A former Kurdish refugee who fled war and hardship in Syria received an invitation to Buckingham Palace in recognition of his work for a humanitarian organisation. - Ehmed El-Reşîd penaberekî berê yê Kurdên Sûriyê ye. Wek bi milyonan Sûrî ew jî di encama şer de - di sala 2015 'an xwe gihand Ewropa û li Brîtaniya wek penaber hat pejirandin. Rêwîtîya wî ya Ewropayê rêwîtîyeke gelekî dijwar bû. Birêz El-Reşîd, ji bo tîmê Vehewandin û Entegrasyona Penaberan ya Rêxistina Navnetewî ya Koçberîyê (IOM) kar dike. Di 8ê Mijdarê de ew ji bo Koşka Buckingham (Buckingham Palace) hat vexwendin, da ku em bêtir li ser vexwendina wî û karê wî bizanibin em ji Îngilistanê bi wî re diaxafin.